Li Kobanê cenazeyên sê şehîdan hat oxirkirin

Li Kobanê îro bi merasîmeke bi heybet 3 şehîd hatin oxirkirinî .
Li Helebê, Şehbayê û Til Hemisê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Li Kobanê Şervanê YPG’ê Ednan Şex Mihemed, Serwet Ehmed û Ednamê Asayîşê Mihemed Şêx Nebî li Goristana Şehîdan a Şehîd Dicle bi girseyî hatin oxirkirin.

Kesên ku di merasimê de axivîn soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan dan.

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Hahoz heleb

Li Şehbayê jî ji bo şervanê YPG’ê Beşar Bekir (Bahoz Heleb) konê sersaxiyê li parka gundê Ehdasê hat vedan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Reşîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

“Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û li ser şopa wan bimeşin.”

Birayê şehîd Bahoz Heleb li ser navê malbatê axivî û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû kir.

Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dûbarekirin

Li aliyê din bi sedan şêniyên Til Koçerê, endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî dan malbata şervanê YPG`ê Metîn El Qela bi navê xwe yê din Silêman El Ehmed.

Şervanê YPG`ê Metîn El Qela dema li ser erka xwe bû 16`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bû.

Back to top button