Ji ber erişa li ser gundên Şera û Şêrawayê 2 welatî birîndar bûn

Hedefgirtina sivîlan û çavkaniyên jiyanî ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dewam dikin.
Di encama êrişa îro ya li dijî gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrîna dagirkirî de 2 welatî birîndar bûn.
Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Firatê jî got:
ji ber topbarana dewleta tirk stasyon kehrebe a xizmet dida gundên rojavayê Kobnê zirar dît û ji kar sekinî.

Îro li Şehbayê 2 welatiyên din ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrîna dagirkirî bi dijwarî topbaran kirin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin gundên Aqîbê, Soxanekê, Şewarxa, Tinib, Tatmeraş û Kiştearê bûn hedefa êrişan.

Di encama topbaranê de Welatiyê bi navê Ferîd Mistefa Berekat (23) û Şeyma Mihemed Receb Talib (29) ên ji gundê Aqibê birîndar bûn.

Ji ber tobebarana li Kobanê stasyona kehrebê ji xizmetê derket

Li aliyê din li kêleka hedfgirtina sivîlan, cihên çavkaniyên jiyanî jî ku ev yek sûcê şer e tên topbarankirin.

Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Firatê diyarkir ku ji ber topbarana li ser gundê Şêxler kabloya giştî ya di gundê Siftekê qutbû û got:

Di encamê de stasyon kehrebe dida gundên rojavayê Kobnê ji ximzetê derket.

Nivîsgehê dazanîn ku Komîteyên tamîrkirinê hewl didin stasyona Şêxler û kabloya giştî tamîr bikin.

Lê ji ber çrişên dewleta Tirk a dagirke û çeteyên wê li ser her du xetan astengiyan dikişînin.

Li Rojavayê Kobanê balafireke dewleta Tirk a dagirker erebeyek bombebaran kir

Back to top button