Dewleta Tirk 14 gundên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kir

Dewleta dagirker bi çekên giran 14 gundên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de gundên Eyn Îsa û Rojavayê Girê Spî bi dijwarì topbaran kirin. Navên gundên hatin topbarankirin wiha ne:

Rojavayê Girê Spî: gundên Bîr Kino, Hurriyê, Qizelî, Bîr Zinar, el-Sûwan, Erîda û Zennûbya bûn armanca êrişan.

Eyn Îsa gundên Ebû Sirra, Dibis, Hoşan, Xalidiyê, Dualib, el-Elîmat, rêya M4 û xwaringeha Nexîl hatin topbaran kirin.

Hêzên dagirker derdora rêya navneteweyî M4 û rawestgeha Seqr jî bi dijwarî topbarankirin.

Vê sibê jî dagirkeran gundên Seyda, Ilêmat û Hoşan ên rojavayê navçeya Eyn Îsa bi çekên giran topbarankirin.

Back to top button