HPG: Ji hewayî û bejahî li dagirkeran hat xistin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Garê bi çalakiyên mezin derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan ji hewayî û ji bejahî ve li dagirkeran dan. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyên gerîlayan de hêjmarke zêde leşkerên Tirk hatin kuştin.

Çar roj in li herêma Garê ya başûrê Kurdistanê di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê ên li ser Garê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand û agahiyên dawî parve kir.

HPG’ê diyar kir 11’ê Sibatê gerîla li dijî leşkerên Tirk ên dagirker du çalakî kirine û da zanîn wê paşê agahî werin parvekirin.

HPG’ê da zanîn 12’ê Sibatê dagirkeran xwestin bi helîkoptêran bikevin qada Siyanê lê gerîla ji nêz ve derb li van helîkoptêran dan û neçar man paşve vekişin.

HPG’ê destnîşan kir operasyona li ser qada Siyanê 12’ê Sibatê ber bi Çêlka, Kanî Orhan û geliyê Kafya ve hatiye berfirehkirin.

HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk ku ji ezmanî û bejahî ve nekarî pêş ve biçe û nekarî leşkerên xwe yên li erdê biparêze lewra êrîşên giran ên ezmanî pêk tîne û got,

“12’ê Sibatê 3 caran li qada Siyanê-Ergenê, 3 caran li rêzeçiyayên Garê, 3 caran li berpalên Girê ReşîD, 2 caran li Girê Xêrê, 3 caran li gundê Yekmalê, 3 caran qada Deşta Kafya hatiye bombebarankirin. Di nav 24 saetan de, herêma Garê ji hêla balafirên şer ve 18 caran hatiye bombekirin.”

HPG’ê diyar kir, 12’ê Sibatê dagirkeran xwestin bi ser xeta Siyanê û Çêlka ve bi pêş ve biçin, gerîla li wan dan û wiha dewam kir,

“Bi qasî ku zelal bûye dagirkerek hatiye cezakirin, ên din reviyane. Piştre dagirkerên ku hatine cezakirin bi helîkoptêrê ji qadê hatin rakirin.
12’ê Sibatê bi şev dagirkeran xwestin bi 7 helîkoptêran bikevin qada Siyanê. Hêzên me piştî ku li wan dan ji qadê dûr ketin.”

HPG’ê da zanîn Hêzên Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal li qada Siyanê a Garê li dijî dagirkeran du çalakî kirin.

Hat diyar kirin di çalakiyan de hêjmara dagirkerên ku hatine kuştin zelal nebûye.

HPG’ê diyar kir tevî êrîşên zêde yên hewayî yên dewleta Tirk, teknîka şer jî Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê bi vîn û biryardariyeke mezin şer dike, bi hêrsa li dijî komploya 15’ê Sibatê derbên mezin li dagirkeran dide.’

Back to top button