Kremlinê plana aştî ya Ukrayna red kir

Kremlînê ragihand ku ew planê red dikin û wê ji 4 herêmên bi xaka welat ve hatine girêdan der nekevin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îdia kir ku Kîev “rastiyên îroyîn” yên li ser xaka Moskowê li ber çavan nagire.

Di meha Îlonê de, Moskowê ragihandibû ku herêmên Luhansk, Donetsk, Xerson û Zaporojiya bi referandumeke, tevlî Rûsyayê bûne.

Di dema ku li Ukraynayê şer diqewime, Rûsyayê di vê demê de nikarîbû bi temamî van her çar herêman bixe bin kontrola xwe.

Wezîrê Karê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba diyar kir ku armanca wan ew e ku di Sibata salvegera Şerê Ukrayna-Rûsyayê de “lûtkeya aştiyê” organîze bikin.

Lûtke wê bi serkêşiya NY pêk were.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky dixwaze lûtkeya cîhanî bi beşdariya rêberên cîhanê were lidarxistin.

Kîev dixwaze di lûtkeyê de plana aştiyê ya 10 xalî ku Zelensky meha Mijdarê ragihandibû niqaş bikin.

Back to top button