Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkera kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi raporekê, bîlançoya binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, yên li herêmê di salekê de eşkere kir.
Li ser êrişên dewleta Tirk di salekê de ev agahî hatin parvekirin:
- 17 hezar û 433 top, obîs, hawan û guleyên tankan,
- 120 carî bi belafirên bê mirov,
- 43 caran jî bi balafirên şer êrişî herêmê hat kirin.
Di van êrişan de,
- 263 sivîl, ji wan 59 zarok û 44 jin, birîndar bûn.
- 59 sivîl, di nav de 12 zarok û 5 jin, şehîd bûn.
Di van êrişan de gelek ziyan gihiştin binezasiya herêmê û mal û milkê welatiyan hat wêrankirin.
QSD’ê derbarê çalakiyên hêzên wan de û encamê wê jî ev agahî parve kirin:
44 leşkerên dagirkeriyê Tirk û 22 çete hatin kuştin.
Li ser operasyonên QSD’ê û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî ev agahî hatin dayîn:
- “Di nav de 3 menawrayên leşkerî, 113 operasyon li Hesekê Dêrazorê, Reqa û gundewarên wê û Minbic hatin lidarxistin.”
Li ser Operasyona Gurzê Gelan a li Girtîgeha Sînaa jî QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev detayê parve kirin:
- “3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de xwe veşartibûn hat kontrolkirin.
- Di şerê bi hêzên me re 386 terorîstên ku ji derve êrişî girtîgehê kirin hatin kuştin.
- 267 terorîst (di navbera serçete, endam û hevkar ) hatin girtin.
- DAIŞ’ê 176 caran êrîş pêk anîn.”
QSD’ê di dawiya bîlonçoyê de bang li civaka navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, yên li dijî gelê herêmê bi berpirsyariyên xwe rabin.
Her wiha bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî hat kirin ku li gorî metirsî û xeteriya DAIŞ`ê asta wêranbûna herêmê piştevaniya gelê û hêzên QSD’ê bikin.