Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Piştgiriya bi pêngava azadiyê ya ji bo rêber Apo dewam dike.
Îro li gelek deverên herêmê bi armanca piştgiriya pêngavê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke li dar xist.

Meşê ji pêşiya Mizgefa Mezin a navçeyê dest pê kir û li çarxerêya şehîd Cûdî veguherî mitîngê.

Her wiha kesên ku beşdarî meşê bû tecirîda li ser Rêber Abdullah Ocelan şermezar kirin u diyar kirin ku heta azadiya Rêber APO misoger bibi wê di nava çalakiya de bin

Hêza Parastina Civakî ya HPC-Jin tevlî pêngava cîhanî bû

Hêzên Parastina Cewherî-Jin a Kobanê jî bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mîtingê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:

“Rêber Apo projeya netewa demokratîk pêşkêşî tevahî gelên cîhanê kir.

Ji ber vê hêzên komploger xwestin di şexsê rêber Apo de tevahî mirovahiyê dîl bigirin.

Ev 25 salin rêber Apo di bin şert û mercên tecrîdeke herî giran de ye.

Ev tecrîd di şexsê rêber Abdulah Ocaln de li ser me tevahiyan tê ferzkiriin.

HPC-Jin di dawiyê de bang li tevahî gelên azadîxwaz kir ku divê tevahî gelên azadîxwaz ji azadiyê têkoşînê berfireh bikin û tevlî li pêngav bibin.

Back to top button