Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî teqîna bendergeha Beyrûtê, cara duyemîn serdana Libnanê kir.
Macron li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi zimanê erebî, wiha nivîsand:
”Ez ji gelê Libnanê re dibêjim, em Fransî birayên we ne û weke min soz dabû we ez vegeriyam Beyrûtê”.
Serokkomarê Fransayê diyar kir ku armanca serdana wî, avakirina hikumeteke nû, têkbirina gendeliyê, dosyaya enerjî û jinûve avakirina Libnanê ye.
Li gorî bernameya wî, Macron îro piştî serdana bendergeha Beyrûtê bike, wê bi nûnerên NY û desteyên civaka sivîl re bicive.
4’ê Tebaxê, teqîneke bihêz li bendergeha Beyrûtê pêk hat, di encamê de 190 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 6500 kes jî birîndar bûn û ziyaneke mezin gihaşt avahiyên Beyrûtê.