
Hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistan li parêzgeha Silêmaniyê û Helepce du jê serçete 5 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Asayîşa Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku piştî lêkolîn û wergirtina agahiyên zelal li ser şaneyek DAIŞ’ê ku hewil didan di navbera Helpça û Silêmaniyê êrîşên teror pêk bîne, operasyonek hat li darxistin.
Asayîşê ragihand ku li parêzgeha Helepce di çar serdegirtinên hemwext de hêzên wan 2 jê serçete 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Li Silêmaniyê jî çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Asayîşa Başûrê Kurdistaan dazanîn ku çeteyên hatine girtin, li başûrê Kurdistan û Iraqê tevli gelek kiryarên terorê bûne.