HRE’yê şehadeta şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe Beşar Ehmed ragihand.

HRE’yê eşkere kir ku hevalê wan Beşar li Efrînê di çalakiyekê li dijî dagirkeran de şehîd bû.

HRE’yê anî ziman ku şehîd Beşar di dil û mejiyê xwe de şoreşa biratiya gelan pêk anî û got:

Dagirkirina Efrînê di dil û mejiyê rêheval Êrîş de kîn û hêrseke mezin da avakirin.

Bi vê hêrsa tolhildanê biryar da ku tevlê nava refên me yên Hêzên Rizgariya Efrînê bibe.

Rêheval Êrîş ji roja ku tevlî bûye heya kêliya şehadeta xwe bi fedekarî tevli hemû xebatan bû.

HRE’yê sersaxî ji malbata şehîd Beşar Ehmed re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Êrîş Ziyaretê
Nav û Paşnav: Beşar Ehmed
Navê Dayikê: Fikiriye
Navê Bav: Zuhêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 15’ê Tebaxa 2023

Back to top button