Xelkê Ezazê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandan lidar xist û ketin avahiya rêveberiya wan.
Li aliyê din jî hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên bê çek şer kirin û di encamê de leşkerekî hikûmeta şamê hat kuştin.
Hat ragihandin xelkê Ezazê îro li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandan lidar xist.
Di dîmenên ku hatine kişandin Xwepêşandêrên li pêşiya avahiya rêveberiya dagirkeran kom bûn û nerazîbûna xwe nîşandan.
Li ser dîwarên avahiyê dirûşme û nerazîbûnê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan hatin nivisandin.
Li herêmên bê çek leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin
Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku li herêma bêçek Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin.
hat diyar kirin di encamê de serbazekî hikumeta Şamê hate kuştin.
SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê eniyên Sirmeniye û Kensefrê yên Idlibê û bajarokê Fitîra, topbaran kirin.