PDK’ê rê li ber dagirkeriya Tirkiyê vedike

Artêşa Tirk li Girê Amediyê dema ku bi çekên kîmyewî êrîş dibir ser tunelên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi kamerayan hate kişandin.
Li heman qadê PDK hewl dide bi kepçeyan rê ber bi tunelan çêbike.

Li tunelên şer ên li Girê Amediyê yê li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, yek ji berxwedanên mezin ên dîroka têkoşîna azadiyê tê kirin.

Artêşa Tirk di 25’ê Gulana 2022’an, di operasyona dagirkeriyê de ya li Rojavayê Zapê, hêzên xwe li Girê Amediyê danî bû.

Lê berxwedêrên tunelan ên li vî girî û gerîlayan gir parastin û artêşa Tirk jê qewirandin.

Di Îlona 2023’an bi alîkariya xiyaneta PDK’ê careke din dest bi hewldana dagirkirina vê qadê kir.

PDK’ê li kêleka qereqolên xwe ji dagirkeran re çeper çêkirin û bi kepçeyan cihên helîkopterê amade kirin.

Lê ji van dîmenan tê fêmkirin ku têkiliya PDK’ê ne tenê bi Kurdan re, bi mirovahiyê re jî nemaye.

Back to top button