Hukûmeta Şamê: Projeya nû ya Erdogan mêtingerî ye

Şefê rêjîma Tirk Erdogan di bin navê vegerandina penaberên Sûrî, plan dike ku li herêma Bakur-rojhilatê dagirkeriya xwe berfereh bike. Hukûmeta Şamê, plana Erdogan weke mêtingerî binav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî derkevin.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê têkildarî plana serokkomarê Tirk Erdogan a binavê “herêma ewle” daxuyaniyek da.

Wezaretê projeya Erdogan weke planeke erzan û dijminane binav kir û got; Bazarên qirêj ên rejîma Tirk, nîşaneya têkçûyîna asta wê ya siyasî û exlaqî nîşan dide.

Di bin navê bicihkirina panaberên Sûrî de dixwaze mêtingeriya xwe li herêmê ferz bike.

Wezareta Karê Derve ragihand ku ew ê bi ti awayî vê yekê qebûl nekin û got ; Ev plana terorîstî li dijî gelê Sûriyê ye. Dewletên herêmê û derve ku hewl didin vê planê fînans bikin, bila ji vê helwesta xwe dûr bikevin.

Back to top button