Yekîtiya Raghandina Azad Kongreya xwe ya 6. li bajarê Qamişlo li dar xist. Di kongreya ku bi dehan rojnamevan amade bûn, kar û xebatên yekîtiyê yên 2 salan û rewşa rojnamegeriyê ya li herêmê, hatin nirxandin. Her wiha Rojnamevan Dilyar Cizîrî û Malva Elî jî weke hevserokên nû yên yekîtiyê hatin hilbijartin.
Yekîtiya Raghandina Azad Kongreya xwe ya 6. di bin diruşmeya “Pêkve Ber bi Ragihandinek Bîrewer, Berpirs û Sinc Ve”, li hola Zanîngeha Rojava ya li Bajarê Qamişlo lidar xist.
Di kongreyê de bi dehan rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Yekitiya Ragihandina Azad û nûner û berdevkên saziyên raghandinê yên Bakur û rojhilatê Sûriyê û nûnerên TEV-DEM’ê, amade bûn.
Rojnamevan Bengîn Seydo: Divê rojnamevan li dijî êrîşan bi berpirsyarî bixebitin
Di kongreyê de hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bangîn Sîdo axivî û got: “10 sal li ser avakiria yekitiyê derbas bû ku li hember hemû êrişên hêzên hegemonîk û dewleta Tirk têdikoşe.”
Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk hatin ku bi awayekî rasterast ew dikirin hedef û di encamê de gelek ji wan şehîd bûn.”
Ji ber wê ji hemû rojnamevanan tê xwestin ku bi berpirsyarî kar bikin da ku van êrişan têk bibin.”
Rojnamevan Ciwan Mele Îbrahîm: Divê rojnamevan bibin dengê gelê herêmê
Her wiha hevserokê Gerînendetiya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana gelên herêm, ragihandin gihaştiye vê astê û got:
“Divê hemû rojnamevan, rola xwe ya pêşeng bilîzin û bibin dengê gelê herêmê.”
“Rojnamevan ji bo gel jêdera rastiyê ne”
Di kongreyê de endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Leyla Îbrahîm axivî û lidarxistina kongreyê li hemû rojnamevanan pîroz kir ku roleke girîng di vê pêvajoya hesas de dilîzin û hewl didin bibin jêdera rastiyê ji bo gel.
Di kongreyê de rapora xebatên 2 salan ên yekîtiyê hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin.
Di dawiyê kongreyê de, Rojnamevan Dilyar Cizîrî û Malva Elî weke hevserokên nû yên Yekîtiya Raghandina Azad, hatin hilbijartin.