Meclîsa Îştar a Mexmûrê 13’emîn konferansa xwe li dar xist

Meclîsa Îştar a Mexmûrê konferansa xwe ya 13’emîn li dar xist. Di konfransê de rewşa siyasî, xebatên rêxistinî yên du salan hatin nirxandin, endamên nû yên Meclîsa Îştar hatin hilbijartin û hin biryar hatin girtin.

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê dibin dirûşmeya “Bi Jina Azad Re Ber Bi Pêşerojek Azad Ve Bimeşin” 13’emîn konferansa xwe li dar xist.

300 delege tevlî konfiransê bûn.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Pakîstan Bîlen di konferansê de axaftin kir.

Pakîstan Bîlen 13’emîn Konferansa Meclîsê li Rêber Apo pîroz kir.

Pakîstan anî ziman ku dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd bê îrade bike serî li hemû riyan dide, ji bo wê jî pêwîste li hember vê jin xwe bi rêxistin bikin.

Konferans sê rojan berdewam kir, di nava van sê rojan de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, rewşa siyasî, xebatên rêxistinî yên du salan hatin xwendin û nirxandin.

Her wiha pêşnûmebiryar bi plansaziya du salan hat diyar kirin û erêkirin.

Piştî xwendina rêvebirnameyê 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar hatin hilbijartin û dê ji bo du salan xebat bidin meşandin.

Endama Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan diyar kir ku ruxmê metirsiyên heyî beşdarbûna jinan a konferansê ji bo dewleta Tirk a dagirker tirsek e.

Konfrans bi encamnameyekê bi dawî bû

Konfirans bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan xalên sereke:

Hemu xebatên werin meşandin dê li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber APO bin.

Di asta wargehê de armanca sereke ya Meclîsa Îştar wê rêxistinkirin û perwerdekirina jinan be.

Xebatên parastinê dê hîn bêhtir werin xurtkirin.

Bi zanista Jineolojî û şîara ‘Jin Jiyan Azadî’ wê di her dem û cihî de têbikoşin.

Konferans bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button