
Piştî heftiyekê ji sempozyoma Rojava li Kobanê, îro 8’emîn pêşengeha şêwekariyê li Qamişlo dest pê kir.
109 şêwekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûne.
Tê payîn ku pêşengeh 3 rojan bidome.
Şêwekariya komînal, hunerê bedew dike û pêşkêşî civakê dike.
Bi vê armancê, her salê carekê, pêşengeha şêwekariyê û her 2 salan jî sempozyoma Rojava ya hunerên çêker tê lidarxistin.
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi kordîneya desteya çandê ya herêma Firatê, sempozyoma Rojava ya 4’an li dar xist.
Sempozyom her 2 salan li bajarekî tê pêk tê û ya vê salê jî li Kobanê bû.
Gelek şêwekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûn.
Ji 20 heya 26’ê Gulanê, di bin dirûşmeya ” Em bi hev re hunerê bikin bihara dilan” dom kir.