Hate ragihandin ku li dijî wezîrê hundirîn ê hikumeta Terablusê Fethî Başaxa êrişeke çekdarî pêk hat, lê tişet pê nehat û ji êrîşê rizgar bû.
Dezgehên çapemeniyê eşkere kir ku li dijî erebeya wezîrê hundirîn ê hikumeta Terablusê Fethî Başaxa êrişeke bi guleyan pêk hat.
Di encamê êrişê de parêzvanekî Başaxa birîndar bû.
Êrişî li herêma Cenzor a rojavayê paytexta Lîbyayê pêk hat.
Çavkaniyekê ji Sky News’ê re ragihand ku di encama bersivdayîna parêzvanan de, êrişkarek hate kuştin û yekî din birîndar bû.
Li gorî hin çavkaniyan, navenda Wezîrê Hundirîn a Wîfaqê ya li Terablusê tedbîrên ewlekariyê girtine û rewş telihev e.