Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk a li ser gundê Hûşeriyê yê bakurê Minbicê da.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet 21:00’an êrişî gundê Hûşeriyê yê Minbicê kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê dan û di encamê de şer derket.
Piştî saetekê ji şer, çete neçar man birevin.
Niha rewş li gund aram e.