Li Sahelê tifaqa sêalî

Li herêma Sahel ya Afrîka, welatên darbe pêk aniyîn tifaqek nû avakirin.
Malî, Burkîna Faso û Nîjer di vê tifaqê de cihê xwe digrin.
Li gorî peymanê, di rewşa êrişek derve û şerek çekdarî bi hevre tevbigerin.

Malî, Bûrkîna Faso û Nîjer peymana parastinê ya hevpar îmze kirin.

Di çarçoveya peymana ku wek “Hevpeymaniya Dewletên Sahelê” hatiye ragihandin de, her sê welat wê li hember gefên muhtemel ên serhildana çekdarî an jî êrişên derve alîkariya hev bikin.

Malî, Nîjer û Burkîna Faso tifaqa Sahelê ragihandin

Li gorî Reutersê; Di peymanê de hat gotin,

“Her êrîşeke li ser serwerî û yekparçeyiya xaka yek an jî çend aliyên peymanê were kirin, wê weke êrîşeke li hemberî aliyên din bê dîtin.”

Ji bo pêşîgirtin an tepisandina serhildanên çekdarî, peyman her sê welatan mecbûr dike ku bi hev re kar bikin.

Lîderê leşkerî yê Malî Assimi Goita di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got;

Kembera Sahel, bi Senegalê li peravên Oqyanûsa Atlantîk li Rojavayê Afrîkayê dest pê dike.

Ew li sînorên Morîtanya, Malî, Burkîna Faso, Nîjer, Çad û Sûdanê li kêleka Deryaya Sor diqede.

Komên girêdayî çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê her sal li ser xeta sînor a bi navê “Liptako Gourma” ya ku Malî, Nîjer û Burkîna Faso parve dikin êrîşên ku dibin sedema mirina bi sedan kesî pêk tînin.

Rêxistinên terorê bi dahatên cidî yên ku bi rêyên derqanûnî yên wekî qaçaxçiya tiryak, çek û sotemeniyê bi dest dixin roj bi roj çalakiyên xwe zêde dikin.

Nîjer, Malî û Burkîna Faso ku ji welatên herî feqîr ên cîhanê tên hesibandin, ji ber sedemên wekî darbe û aloziyên sivîl nikarin bûdce û alavên têra xwe bidin artêşên xwe.

Ev jî dibe sedema di warê têkoşîna li dijî van çeteyan de kêm bimînin.

Malî: Armanca despêkê şerê li dijî terorê ye

Wezîrê Parastinê yê Maliyê Abdoulaye Diop li paytext welat Bamakoya daxuyanî da rojnamevanan û got,

“Ev îtîfaq Wê di navbera her sê welatan de xebatên leşkerî û aborî pêk bên.

Xala despêkê têkoşîna li dijî terorê ya li sê welatan e.”

Serhildana çekdarî ya ku di sala 2012’an de li bakurê Malî dest pê kir, di sala 2015’an de li Nîjer û Burkîna Faso belav bû.

Back to top button