Li herêma Qerebax a Çiyayî Metirsiyên şer

Ji bo herêma Qerebax a Çiyayî careke din fikarên derketina şerekî navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de derdikeve.
Azerbeycan li herêma Qerebaxê dest bi oparasyonê kir.
Pispor dibêjin, di vî şerê pêk were de, wê Îran û Tirkiye jî beşdar bibe.

Sê sal piştî agirbesta li Qerebaxê, fikar heye ku di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de şerekî nû derkeve.

Şirovekar îşaret dikin ku polîtîkayên her du aliyan rageşî zêde kiriye û dibe ku herêm dîsa bibe şahidê şerekî nû.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan herî dawî Bakû bi komkirina leşkeran li nêzî Qerebaxê tawanbar kir.

Azerbaycan jî diyar dike ku siyaseta Êrîvanê ya li ser herêmê dibe ku krîzê mezintir bike.

Di hevdîtinên aştiyê yên bi navbeynkariya navneteweyî tên kirin de ti pêşketin çênebû.

Welatiyên li herêmê dibêjin:

“Rewş her roj zêde dibe.

Mirov ditirsin ku mîna sala 2020’an sibê jî bi dengên bombeyan şiyar bibin.”

Paşînyan di meha Gulanê de gotibû,

Ermenîstan Qerebaxê wek beşek ji Azerbaycanê nas dike.

Li herêma Qerebaxa Çiyayî Azerbeycanê dest bi oparasyonê kir

Lê belê, Bakû Erîvanê bi “berdewama fînansekirina hêzên cudaxwaz ên etnîkî-ermenî ji butçeya dewletê” tawanbar dike.

Hemwextî alozî û tewambariyên heyî, Azerbeycanê li herêmê dest bi Oparasyonê kir.

Ji Şêwirmendê Polîtîkaya Derve yê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev Hikmet Haciyev jî got,

“Hin kiryarên dawî yên rêveberiya Ermenîstanê zirareke mezin da pêvajoya aştiyê.”

Haciyev bi taybetî îşaret bi nameya pîrozbahiyê ya ku Paşînyan bi serhildana roja serxwebûna Qerebaxê di 2’ê Îlonê de şandibû, kir ku hêrsa Bakûyê gur kir.

Her wiha got:

“Hilbijartinên bi navê ‘Hilbijartinên Serokkomariyê’ yên li Qerebaxê yên 9’ê Îlonê provokasyoneke din a cidî bû.”

Li Qerebaxa Çiyayî Egeriya şerekî nû

Yekîtîya Ewrupa û Amerîka ku navbeynkarîya danûstandinên aştîyê di navbera her du welatan de dikin, ragihandin ku dengdan ne rewa ye.

Pispor diyar dikin ku têkçûna hevdîtinên aştiyê îhtîmala şerekî nû zêdetir dike.

Lê vê carê bifikarin ku di şerê vê carê pêk were de, wê Îran û Tirkiye jî raste rast beşdarî şer bibin.

Ev yek nîşaneya şerekî dijwar dide nîşandan.

Back to top button