YPJ’ê jineke Êzidî bi navê Firyal Xidir rizgar kir

Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê jineke Êzidî ya bi navê Firyal Xidir ji destê DAIŞ’ê rizgar kir.

Firyal Xidir bi temen 12 salî bû dema ku çeteyn DAIŞ’ê sala 2014’an êrişî Şengalê kir.

Di wê demê de jina Êzidî Firyal ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Ew 5 carqan hat firotin û heta niha tişteke li ser jiyana malbat û xizminên xwe nizane.

Jina Êzidî di temeneke biçûk de zarokeke tîne diniyê.

Herî dawî YPJ’ê Firyal rizgar kir.

Firyal behsa êş, zilm û êşa ku ji çeteyan dît kir û got:

Min bi gelek jinên Êzidî re revandin û me birin Reqa, piştî wê jî Dêrazorê.

Ez spasiya YPJ’ê dikim ku min ji vê êş xilas kirin, ez niha gelekî kêfxweşim.

Back to top button