HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayeke li Amedê şehîd bû eşkere kir û got: “Gerîla Ala Mûnzûr Dêman li dijî artêşa Tirk a mêtinger qirker, heta nefesa xwe ya dawî bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniiyekê nasnameye gerîlayeke şehîd eşkere kir.

HPG’ê got:

Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Hezîrana 2023’an de; diyar kiribû ku hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol di 3’ê Hezîrana 2023’an de li herêma Licê ya Amedê şehîd bûne.

Hevriya me ya din ku di wê demê de şehîd ket gerîla Ala Mûnzûr Dêman e.

HPG: Hevrê Ala di şert û mercên dijwar de bêderfetî nas nekir

Hevrêya me Ala Mûnzûr Dêman bi çanda bajar û gelê Kobanê ku mînaka welatparêziyê ye, mezin bû.

Jidayikbûna wê ya wekî endameke eşîra Kêtikî, ew bi erk û berpirsiyariyên wê yên civakî agahdar kir.

Êrîşa fizîkî ya bêexlaq û tirsonek a dewleta Tirk a qirker di sala 2008’an a li dijî Rêber Apo kir, ji bo hevrêya me Ala bû sedema ku divê êdî biryarekê bide.

Û biryar da ku bibe gerîla û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di kesayeta hevrêya me Ala de cewhera civakî ya saxlem, hişmendiya wê ya welatparêzî ya kûr, hestên wê yên bi rûmet bû sedema pêşveçûna wê.

Hevrê Ala di navbera salên 2010 û 2012’an de di warê leşkerî û bîrdozî de perwerdeya pisporî dît û bû gerîlayeke pispor.

Hevrêya me Ala piştî zanîn û ezmûneke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê û xeyala xwe ya herî mezin gerîlatiya Bakur pêk anî.

Ew li gelek herêmên eyaleta Amedê erkên girîng girt ser milê xwe û bi serketî bi cih anî.

Di şert û mercên dijwar ên Bakur de, tu bêderfetî nas nekir.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye.

Nasnav: Ala Mûnzûr Dêman
Nav û Paşnav: Dilîşan Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Adîle
Navê Bav: Salih
Dem û Cihê Şehadetê: 03.06.2023 / Amed

Back to top button