Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed derbarê êrişa li ser balafirxaneya Erbet ya Silêmaniyê de axivî û got; Derbaskirina serweriya xaka Iraq, binpêkirina berçav ya peymanên navnetewî ye.
Duh balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin.
Di êrişê de 3 endamên Dije Terora Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Derbarê êrişê de endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek belav kir.
Şanaz Îbrahîm di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbaskirina serweriya xaka Iraq, binpêkirinek berçav ya soz û peymanên navnetewî ye û got:
Mixabin tevî şehîdxistin, birîndarkirina welatiyên bê guneh, hîn jî dijî aramiya Iraq û Başûrê Kurdistanê planên xwe yên qirêj dimeşînin û dewam dikin.”
Bang li Hikumeta Iraq, Başûr û civaka navnetewî dikim ku sînorek ji êrişên hewayî yên welatên cîran re danin.