Koma ‘El Muqaweme El Îslamiye’ êrişî baregeha Tenef a li Sûriyeyê kir

Li Sûriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê êrişên li ser baregehên hêzên Amerîkayê dewam dikin.
Duh bişev û danê siharê jî baregeha Amerîka ya li Tenef û Herîr hatin armanckirin.

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi rêya balafira bê mirov, baregeha hêzên Amerîka ya li Herîr a ser bi Hewlêrê hatiye armanc kirin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku danê siharê jî hêzên wan bi rêya balafira bê mirov baregehek hêzên Amerîka ya li Rojhilatê Suriyeyê kirine armanc û êriş gihiştiye armanca xwe.

Meqawmey Îslamî di daxuyaniya xwe de ragihand ku heya Emerîka piştgiriya Îsraîlê bike, ewê êrişên xwe jî dewam bikin.

Back to top button