Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê: Dijmin ji yekitiya Kurdan ditirse

Têkildarî êriş û kuştina Denîz Bulbun li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn.

Duh li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate kirin.

Di êrişê de nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun hat şehîdkirin.

Der barê êrişê de li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn û wiha gotin:

“Em destpêkê kuştina Denîz Cevdet Bulbun şermezar dikin, ev êriş ne asayî ye.

Hedefgirtina ofîsa KNK’ê ya li Hewlêrê, hedefgirtina xebata yekitiya neteweyî û hemû gelê Kurd e.

Ev kiryara terorîstî ne tenê suc û desdirêjiya li dijî endamekî KNK’ê û çalakvanekî siyasî ye, di heman demê de destdirêjiya li ser xaka Kurdistan û ewlehiya Hewlêrê ye.

Dijminên me bi van êrişan nîşan didin ku ew çend bi yekitiya me nerehet in û ji xebata yekitiya neteweyî ditirsin.

Ji ber ku yekitiya Kurdan bersiva li dijî planên dagirkeran ên ser gelê me û tevgera azadiya Kurdan e.

KNK: Em ê li hemberî van êrîşan zêdetir yêkîtiya neteweyî bi hêztir bikin

Back to top button