Barzanî milkê xwe yê li Amerîkayê bi 27 milyon dolaran difiroşe

Malpera bazirganî û berhemhênanê ya Amerîkayê, The Real Deal eşkere kir ku Barzanî milk û xaniyê xwe yê li bajarê Beverly Hills bi bihayê 27 milyon dolaran xistiye lîsteya firotinê.

Li Başûrê Kurdistanê gel ji birçîna dimire û mala Barzan jî li Amerîkayê xwe li ser mal û milkên xwe yên ku dizîne dide jiyankirin.

Malbata Barzanî li Amerîkayê bi birina pereyê gel a ji derve ji bo kirîna qesir, vîlla û milkan bû.

Yek ji milkên Barzanî li herêma Beverly Hills ya Amerîkayê ye.

Li gorî malpera The Real Deal ya bazirganî û berhemhênanê ya Amerîkayê,

Barzanî qesir û binayên xwe yên li wir bi rêya şîrketa LLC xistin xistiye lîsteya firotinê de û bi bihayê 27 milyon dolar.

Malperê eşkere kir ku Barzanî milkê xwe yê li Beverly Hills sala 2018’ê kiriye û bi awayek lezûbez bêyî ku dahata wê vegere hikûmeta navendî ya Iraqê, binavê aboriyeke serbixwe petrola serbixwe difiroşe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Başûrê Kurdistanê ji ber aboriya xirab ve di zehmetiyên pir giran re derbas dibe.

Her sê Barzanî jî dibêjin dahata Başûrê Kurdistanê têra nake û heta Bexda pare neşîne ew nikarin mûçeyê karmendan û xanenişînan bidin.

Back to top button