YPG’ê nasnameya şervanê xwe Ciwan Şoreş ragihand

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameyên şervanên xwe Ciwan Şoreş eşker kir.
Di daxuyaniyan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê derbarê şehadeta şervanê xwe Ehmed Xalid ”Ciwan Şoreş” daxuyanî da.

YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya Kurdan destpê kir, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran, bû çavkaniya hêvî û rizgariya gelê Ereb.

YPG’ê got:

“Ciwan û jinên ereb ji gelek bajaran bi taybetî Reqa ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine çewisandin, cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin.

Rêhevalê me Ciwan Şoreş jî, yek ji wan ciwanan e ku şahidê hovîtiya DAIŞ’ê ya li ser gelê me bû û vê yekê biryara tevlibûna xwe ya li nava refên şoreşê da.

Şehîd Ciwan li Şedadê erk û peywira xwe pêk tanî, dema li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû.

Li gorî gorî navenda YPG nasnameya şehîd weha ye:

Nasnav: Ciwan Şoreş
Nav û Paşnav: Ehmed Xalid
Navê Dayik: Sehir
Navê Bav: Xalid
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 22’ê Puşpera 2023.”

QSD’ê nasnameya şervanê xwe Mihemed Omer eşker kir

Back to top button