Parlamentoya Ewropayê bang li Rûsya, Îran û Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin

Parlamentoya Ewropayê bang li Rûsya, Îran û Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Parlamentoya Ewropayê îro pêncşemê got: “Normalîzekirina têkilîyên bi rejîma Sûriyê re bi pêşveçûna rastîn a danûstandinan ve girêdayî ye.”

Her wiha got: “Cihê mixabiniyê ye ku rejîma Sûriyê di diyalogên komîteya desûtrî de nabe hevkar.”

Ev daxuyanî, piştî çend saetan ji civîna, Rûsya, dewleta Tirk û Qeterê de hate dayîn. Di civînê de Wezîrê karên derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê tirkî û qeterî re li ser şerê li dijî “Hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye, bi vê yekê yekê îşaret bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser de herêmên xwe bi rê ve dibin.

Back to top button