Riyad Derar: MSD’ê li dijî parçebûn û qutbûna xaka Sûriyê ye

Li ser vê civînê jî Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar bersiva daxuyaniyên dawîn ên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiyê û Qeterê da.

Riyad Derar ragihand ku hevkariya dewletên herêmî bi Rûsyayê re ji bo hevrikî û nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de ye.

Her wiha Derar diyar kir ku Rûsya hewl dide rejîmê ji nû ve vegerîne da ku serweriya xwe ji nû ve pêk bîne û nêrîna xwe li rêveçûna şoreşa Sûriyê ferz bike.

Riyad Derar anî ziman ku dewleta Tirk vê yekê bi rêya Rûsya re di Astanayê de bi rê ve dibe û tevlêbûna Qeterê jî parçeyek ji vê nakokî û hevrikiya herêmî ye.”

Hevserokê MSD’ê berdewam kir ku ev nêzîkatî tu sûdê li gelê Sûriyê nake ji ber ku çareserî divê bi rêya biryarên NY’yê be, bêyî tu alî berjewendiyên xwe li ser hesabê aliyekî din pêk bîne û divê li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be.”

Di dawiyê de Hevserokê MSD’ê Riyad Derar piştrast kir ku divê biryarên NY’yê xwe bispêre çareya siyasî, da ku li şûna sîstema destpot, sîstema demokratî ya rasteqîn pêk were.

 

Back to top button