Li goristana Delîl Saroxan şehîdên şaredariya qamişlo hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna şehîdên teqîna Şaredariyê, îro li goristana Delîl Saroxan, şehîd hatin bibîranîn.

Weke roja îro berya 7 salan, şaredariya gel ya bajarê Qamişlo rastî êrîşek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatin..

Di encamê wê teqînê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn.

Ji bo bîranîna wan şehîdan, şaredariya gel ya bajarê Qamişlo îro li goristana şehîd Delîl Saroxan şehîdên teqînê bi bîranîn.

Di merasîmê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê gelek kesan ve hat kirin.

Kesên axivîn jî sersaxiyê ji malbatê şehîdan re xwestin her wiha soza şopandina riya şehîdan dan..

Merasîmê bîranînê bi vêxistina mûman li ser gorê şehîdan, bi dawî bû..

Back to top button