KNK’ê: Dewleta Tirk di rewşek krîzê de ye û xitimî ye

KNK’ê destnîşan kir ku planên dewleta Tirk yên li Kurdistanê xitimî ne û bi yekîtiyê wê dagirkeriya Tirk were têkbirin.
KNK’ê bal kişand ser kampanya ji bo azadiya Rêber Ocalan li qada navneteweyî tê meşandin û banga tevlîbûnê kir.

Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê ku 30’ê Tebaxa 2020’an hat lidarxistin hate eşkerekirin.

Hate ragihandin ku Konseya Rêveber a KNK’ê di civîna xwe de rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehî nirxandiye.

KNK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê di rewşeke Krîzê de ye, planên wê xitimî ne û anî ziman ku bi yekîtiyê wê dagirkeriya Tirk bê têk birin.

“Berxwedana li Heftenînê berxwedanek Neteweyî ye”

KNK’ê, bi taybet berxwedana gel û gerîllayan ya li dijî dagirkeriya Tirk li Heftenînê, wek berxwedaneke Neteweyî û Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê pênase kir û wiha hat gotin:

“Encama serkeftina şer û berxwedana Haftanînê ew ê paşeroja dewleta Tirk jî diyar bike.

Divê civaka Kurd a li bakurê Kurdistanê jî li hember van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.”

“Ji bo azadiya Ocalan divê Kurdistanî tevlî kampanya bibin”

Sendîkayên herî mezin yên Brîtaniya û gelek rêxistinên sivîl ên Cîhanî li gelek aliyên Cîhanê dixwazin di bin navê “Dema Azadiyê Hat “Kampanyayekê ji bo azadiya Rêber Ocalan dest pê bikin.

KNK’ê wekî erkek neteweyî bang li hemû Kurd û Kurdîstaniyan kir ku beşdarî vê kampanyayê bibin.

Ji aliyê din Konseya Rêveber a KNK’ê biryar da ku civata xwe ya gîştî di nav meha Cotmehê de pêk bîne, komîteyeke amadekar jî, ji bo vê yekê hat erkdarkirin.

Back to top button