Li Helebê pêngava ‘Zimanê mê hebûna me ye’ dest bê kir

Bi dirûşmeya `Zimanê me hebûna me ye` Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê ji bo balê bikişîne ser girîngiya ku her pêkhateyek fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe, hemleyek da destpêkirin.

Hemleyê bi tevlî bûna Zêdetirî 50 mamosteyên endamên komîteyê dest bê kir.

Di hemleyê de Mamosteyan belavokên bi zimanên Kurdî û Erebî ku balê dikişîne ser girîngiya ku fêrî zimanê xwe bibin, li şêniyan belav kirin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Eyşe Hisên anî ziman ku, mafê her herkesî ye ku bi zimanê dayîkê fêr bibe.

Eyşe destnîşan kir ku îsal dê asta amadehî di dibistana şehîd Qehreman a fêrkirina zimanê Kurdî de, were vekirin.

Back to top button