Li Zanîngeha Rojava 2 fakulte û hin beş, li Zanîngeha El Şerq jî fakulteyek bi sala nû ya xwendinê re zêde bûn.
Di Zanîngeha Rojava de Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî ji hev cuda bû.
Bû 3 fakulte;
Fakulteya Ziman û Wêje di nava xwe de 3 beşan dihewîne (wêjeya Kurdî, wêjeya Erebî, werger),
Fakulteya Zanistên Civakî (felsefe, civaknasî, jineolojî, dîrok, erdenîgarî) û Fakulteya Hunera Bedew.
Di Zanîngeha El Şerq de Fakulteya Zanistên Bijîşkî bi 3 beşan hat vekirin
(Laborator, extra eşaa (radyolojî), çavdêriya giran).
Li Zanîngeha Kobanê tu guhertin nebû.