Çavdêrên siyasî yên parêzgeha Hewlêrê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:
“Pêwîste gelê Kurd hemû bi hev re ji bo azadiya Rêber Ocalan xebat bikin.”
Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Ebdulmesîd Selman got:
“Rêber Apo, Rêberek têkoşer û welatparêz yê her çar beşên Kurdistanê ye.
Lewma divê gelê Kurd û azadîxwazan li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.”
Çavdêrê Siyasî Zîrek Kemal jî derbarê heman mijarê de axivî û got:
“Rêber APo hemû xebatên xwe ji bo aştî, demokrasî û pêkvejiyanê kiriye.”
Selman dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkevin tevgerê .