Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn – Sûriyê eşkere kir ku dadgeha çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî bi buhaneya ku hevala xwe kuştiye, 7 sal girtîgeh li keçeke 16 salî birî.
Kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn – Sûriyê diyar kir ku 3’ê Cotmehê dadgeha leşkerî a çeteyên Tirkiyê li Raco 7 sal girtîgeh li keça 16 salî Nor Şewket Hemo birî.
Rêxistinê anî ziman ku bi bihaneya ku Nor hevala xwe Zeyneb Omer a 14 salî kuştiye, ew ceza kirine û got:
Çeteyên dewleta Tirk destdirêjî li Zeyneb kirin û piştre ew kuştin. Çete ji bo ku sûcên xwe veşêrên bi darê zorê, işkence û lêdanê hiştin ku Nor bi derewan vê bûyerê bigire li ser xwe.
Beriya niha çeteyan ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê du xwişkên hev revandin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.