Lavrov: Divê peymana nûkleerî ya bi Îranê re bi rengek cuda were destgirtin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov diyar kir ku ew ji helwesta DYA ya vegera li peyamana nûkleerî ya bi Îranê re keyfxweşin û anî ziman ku divê mijar tevlîhev neyên kirin.

Sergey Lavrov di geşta xwe ya fermî ku li Îmaratê de, li gel hempîşeyê xwe yê Îmaratî civînek çapemeniyê lidar xist.

Di civîna li paytext Ebû Debî de, Lavrov îşaret bi peyaman nûkleerî ya navnera Waşîngton û Tahranê de kir û hewildanên rêveberiya Amerîka ya ji vegera li peymanê re jî keyfxweşiya xwe anî ziman.

Wezîrê Rûsî diyar kir ku divê peyamana bi Îranê re bi şêwazeke cuda were destgirtin û ti mijarên din tevlî neyê kirin.

Her wiha Wezîrê Karê derve yê Îmaratê Şeyh Ebdullah bin Zayed jî balkişand li ser beşdarkirina Sûrî di nava lîga Erebî de û dazanîn ku ev yek wê di berjewndiya tevahî aliyan de be.

Zayed îşaret bi peywendiyên navbera Îmarat-Rûsya jî kir û ev peywendî bi stratejî binav kir.

Back to top button