Li gelek deverên Mexirbê erdhejeke mezin çêbû.
Li gorî bîlançoya pêşîn di encamê de 296 kes mirine û 153 kesên din birîndar bûne.
Li gorî bîlançoya demkî ya ku wezareta kar û barên hundirîn a Mexribê daye:
Li herêmên Merakiş, Azîlal, Varzazat, Şîsawa, Tarudant û Hewzê herî kêm 296 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wekî 153 kes jî birîndar bûne.
Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknîkî ya Mexribê ragihand ku bi 7 pileyan erdhej çêbû û navenda wê herêma Hewz e.
Hate zanîn ku di erdheja li devereke Hewzê de malbatek di bin enqazan de asê maye.