Di sala nû ya perwerdeyê de dê ola Êzidiyatiyê li dibistanan were dayîn

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê 8 mamoste hatin amadekirin da ku li dibistanan perwerdeyan li ser ola Êzidiyatiyê bidin.

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê tên kirin.

Di sala nû ya perwerdeyê de dê ola Êzidiyatiyê li dibistanan were dayîn.

Di vê çaçroveyê de Mala Êzidiyan a Helebê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk dewreyeke perwerdeyê li ser ola Êzidiyatiyê ji 8 mamosteyên Êzidî perwerde kir.

Dewreya pewerdeyê doh bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menan Cafer diyar kir ku divê em girîngiyeke mezin bidin ola Êzidiyatiyê ji ber ku ew dîrok û koka resen a Kurdan nîşan dide.

Endama Kongra Star Roşîn Mûsa jî da zanîn ku tevî fermanên bi armanca qirkirina civaka Êzdî hatin kirin, ew bi vê gavê îsbat dikin ku ew di parastina çand û baweriya xwe de bi îsrar in.

Piştî axaftinan mamosteyan bawernameyên derçûnê wergirtin.

Back to top button