Şehîd Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li gelek bajarên Başûrê kurdistanê Sema Yuce û şehîdên jin yên meha Hezîranê hatin bi bîranîn. Di çalakiyan de soza domandina berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya jinan hate dayin.

Li Başûrê kurdistanê ji bo şehîdên jin yên meha Hezîranê çalakiyên bîranînê hatin li darxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şehîd Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî hatin bîranîn.

Merasîmên bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat.

Her wiha li ser jiyan û têkoşîna Sema Yuce, Leyla Agirî û Gulan sînevîzyonek hat nîşandan.

Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Sema Yuce di 25’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Malbata Sema, Parlementerên Partiya Çepên Kesk û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî bîranînê bûn.

Di merasîmê de hate gotin:

Sema bi wêrekiya xwe bû mînak ji her kesî re.

Şehîdên jin yên meha Hizêranê li Ranya hatin bibîranîn

Li Parka Derwaze ya navçeya Ranya yê navenda Îdareya Raperînê jî bi pêşengiya Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Şehîd Zîlan, Gulan, Raperîn Amed, Sema Yuce û Şehîd Bêrîvan Zîlan hatin bîranîn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza domandina berxwedan û têkoşîna azadiyê jinê hat dayin.

Her wiha bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî şoreşa pîroz ya têkoşîna azadiya Kurdistanê bibin.

Di merasîma bîranînê de nameya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) hat xwendin û bi nîşandana belge fîlmek li ser jiyana wê, merasîm bi dawî bû.

Back to top button