Komîteya Jineolojî ya Ciwanan li ser xweparastinê 2 semîner li dar xist

Komîteya Jineolojî ya Ciwanan di çarçoveya kampanya “Jin, jiyan, azadî serbixe azadî de” bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, 2 semîner li çapxaneyên Simav û Herdem ên Qamişlo li dar xist.

Jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî sûcên dagirkeran didin û xwe li dijî van êrişan bi rêxistin dikin.

Komîteya Jineolojiyê Ciwanan di çarçoveya kampanya “Jin, jiyan azadî serbixe azadî” de li 2 çapxaneyên semîner li dar xist.

Semînera yekem li çapxaneya “Simav” a bajarê Qamislo hat lidarxistin.

Semînera duyemîn li çapxaneya “Herdem” hat dayîn.

Di destpêka her du semîneran de, sinevizyonek li ser mijara xweparastinê hat pêşandan.

Her wiha di semîneran de, mijara pêwîstiya xweparastinê hate nîqaşkirin.

Û çawa jinên ciwan di dema şer de ji bo şoreşa rojava dikare cih bigire hat nîqaşkirin.

Back to top button