Meclisa Jinan a Partiya Sûriya pêşerojê li Tebqa panelek li darxist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di derbarê “Rola jinan di partiyan de” li Tebqayê panelek li darxist.

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, nivîsgeh, komîteyên jinan ên Tebqayê tev li panelê bûn.

Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiya El Mihemed axivî û rola jinan di partiyan de şîrove kir.

Nadiya anî ziman partî, rêya yekane ya yekser e ku jin dikarin bi rêya wê bigihêjin rêveberiya siyasî.

Jin ber wê rola jinan û tevlêkirina wê di jiyana siyasî de girîng e.

Nadiya di dawiyê de got, armanc ji tevlêkirina jinan di partiyan de ; perwerdekirina jinan, xurtkirina wê di tevahî warên jiyanê de, bi taybet a siyasî.

Back to top button