Piştî 500 salî Ewropa bi hişkesaliya herî dijwar re rûbirû ye

Germahiya îsal hişkesalî û zuhabûna çeman jî bi xwere da avakirin.
Pisporên YE bi raporekê ragihand ku zuhabûna herî dijwar ya 500 salên dawî li Ewropa pêk tê.
Çemên li seranserê Ewropa ji rewşê bandor bûye û ev yek krîza enerjiyê ku demên dawiyê derketiye girantir dike.

Li gorî lêkolînên ji aliyê Global Drought Observatory ve hatî kirin, ji sêyan du yê parên Ewropayê di bin xeteriya hişkesalî ya giran de ye.

Ev jî ziwabûna herî xirab a 500 salên dawî ye.

Çavdêriya Global Drought Observatory rapora xwe ya dawî ya li ser Ewropayê weşand.

Li gorî vê yekê ji sedî 47’ê parzemînê zuha bûye û rewş derketiye asta “hişdariya bilind”.

Ji sedî 17 ê parzemînê di nobetê de ye ku ji bo nebat û qadên kesk “nîşanên dijwariyê” hene.

Rapor diyar dike ku ziwabûn wê bandorê li hilberîna çandiniyê bike.

Her wiha hişyarî jî hene ku ew ê şewatên daristanan zêde bike û dibe bi mehan li hin deverên li başûrê Ewropayê bidome.

Li gorî pênc salên borî, texmînên çinînê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo ceh ji sedî 16, ji bo fasulyesoya ji sedî 15 û ji bo gulberojan ji sedî 12 kêm bû.

Çavdêriya Drought beşek ji baskê lêkolînê yê Komîsyona Ewropî, saziya rêvebir a YE ye.

Komîsyonê bersiva raporê da û diyar kir ku “rewşa hişkesalî ya heyî ya herî xirab a 500 salên dawî ye”.

Komîsera Lêkolînê Mariya Gabriel got:

“Serdemên germa zêde û kêmbûna avê “zextek cidî li ser asta avê li seranserê YE xistiye.

Em jixwe şewatên ku ji asayî zêdetir in dibînin, û em dibînin ku ev yek bandorek cidî li hilberîna çandiniyê dike.

Guherîna avhewa bê guman her sal zêdetir xuya dibe.”

Li gorî raporê hemû çemên Ewropayê hinekî ziwa bûne.

Ev zuhabûna di pêngava yekem de ye li sewqiyata deryayî xist, di demên dawiyê de dest bi bandorkirina sektora enerjiyê ya ji xwe di nava krîzê de ye dike.

Hêza hîdroelektrîkê ji sedî 20 daket.

Li peravên Derya Spî ziwabûna zêde tê payîn ku heta meha Mijdarê dewam bike.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Îtalya, Spanya, Portugal, Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka, Luksemburg, Romanya, Macaristan, bakurê Sirbîstan, Ukrayna, Moldova, Îrlanda û Îngilîstanê roj bi roj rewş xerabtir dibe.

Dema ku keştiyên binavbûyî yên ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve nehatine dîtin, li seranserê Ewropayê di çemên hişkbûyî de derketin.

Li Îngilîstanê ku li hin herêman hişkesalî hat ragihandin, pelên daran zer bûn.

Ji vê rewşa ku bi bandora germê pêk tê re “payîza derewîn” tê gotin.

Back to top button