UNESCO xelata aştiyê dide Merkel

Di demekî ku krîza koçberiyê di asta herî bilind de bû, Almanya yek ji welatên herî zêde koçber vehewandibû.
Ji ber vêyekê Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) wê Xelata Aştiyê bide Serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera UNESCOyê de hat ragihandin ku Merkel hêjayî Xelata Aştiyê ya îsal hatiye dîtin.

Serokê Juriya Xelata Aştiyê Denis Mukwege di daxuyaniyê de got:

“Biryara wî ya wêrek ya 2015’an bêtirî 1.2 mîlyon penaber qebûl kir.

Ev pemaberên ku ji Sûriye, Iraq, Efxanîstan û Erîtreyê bûn, bandorek mezin li ser dadweran kir.”

Mukwege îdia kir ku Merkel ya ev biryar bi wêrekî dayî “dersek ji dîrokê re hişt”.

Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay da xuyakirin ku wê hewldanên Merkel ên li hemberî krîza penaberan nirxand û got,

“Êş kişandin gerdûnî ye.

Ji ber vê yekê, çareseriyên kêmkirina êşan jî divê gerdûnî bin.

Pêkanîna aştiyê tê wateya vekirina deriyan ji kesên ku êşê dikişînin re.”

Di daxuyaniyê de behsa wê yekê nehat kirin ku xelat wê kengê pêşkêşî Serokwezîra berê were kirin.

Angela Merkel ku di navbera salên 2005-2021’an de li Almanyayê desthilatdarî kir.

2015’an dema krîza penaberan pêk hat, berevajî hikûmetên din ên Ewropayê, bi qebûlkirina penaberan li welêt derket pêş.

Back to top button