Çiya Kurd: Bêdengiya hêzên garantor rê dide Tirkiyê ku sûcên şer bike

Piştî ku dewleta Tirk Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkir, 22’ê Cotmeha 2019’an di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin çêbû û li gorî wê agirbestek ragihandin. Lê ji rojê û heta niha, li gorî agirbestê tevnegeriya û her roj êrîş dikir. Li gel binpêkirina peymanê û êrişên domdar, Erdogan 11’ê Cotmehêcareke din gefa êrişkirina herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd dibêje bêdengiya hêzên garantor rê dide dewleta Tirk ku sûcên din li dijî sivîlan pêk bîne.

Berovajî agirbesta ku dewleta Tirk a dagirker û Rûsyaya garantor ku berî du salan ragihanidn, Erdogan tevî êrîşn rojan û binpêkirina vê agirbestê, gefên êrişine nû li dijî herêmê dixwe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser hin xalên girîng ên têkildarî “agirbestê” ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî.

Bedran Çiya Kurd da xuyakirin ku bêdengiya hêzên garantor ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker tê wateya binpêkirina bendên peymanê û bêdengiya wan, rê dide dewleta Tirk ku sûcên din li dijî sivîlan pêk bîne.

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê jî Çiya Kurd anî ziman: “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, hikumeta Şamê nikare gavekê bavêje. Divê hêzên navneteweyî yên li Sûriyê, di vî warî de roleke erênî bilîzin.”

Li ser bêdengiya hêzên garantor jî, Bedran Çiya Kurd dibêje: ” Wan dewletan bi dewleta Tirk re li ser peymana agirbestê li hev kir. Ev jî tê wateya binpêkirina bendên peymanê. Divê hêzên garantor, çalaktir bin û helwestên cidî li hemberî kirinên dewleta Tirk nîşan bidin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya XweserB edran Çiya Kurd li ser bandora êrişên dewleta Tirk li ser xebatên tunekirina DAIŞ`ê, destnîşan kir ev êriş derfetê didin vejandina DAIŞ`ê.

Çiya Kurd got : “Ev yek gefê li ewlehiya herêmê dixwe û bandorê li çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê dike. Dewleta Tirk dibe asteng û hewldanên civata navneteweyî yên ji bo tunekirina DAIŞ`ê li herêmê qels dike.”

Back to top button