Artêşa dewleta Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir-HAT NÛKIRIN

Weke her roj, li ser herêmê îro jî êrîş hebûn..
Gundê Dirdara yê Til Temirê careke din bû armanca êrişên dagirkeran.

Artêşa dewleta Tirk a qirker berî çend se’etan gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê careke din topbaran kir.

Hemwextî vê êrişê, balafirên keşfê yên nenas li asîmanê Şehba, Heleb û Idlibê digeriyan.

20’ê Cotmehê, dewleta Tirk li Kobanê erebeyeke sivîlan bomebebaran kir, di encam de 2 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Balafirên keşfê ên dewleta Tirk li ser asîmanê Kobanê geriyan

Li aliyê din balafirên keşfê yên dewleta Tirk ya dagirker li ser asîmanê gundên rojhilatê Kobanê geriya.

Serê vê sibehê jî balafirên keşfê yên nenas li ser asîmanê Şehba, Heleb û Idlibê digeriyan.

Ev yek jî piştî êrişa ku du roj berê li dijî Kobanê û ku di encamê de du welatî şehîd û 3 jî birîndar bûn, pêk hat.

Back to top button