Jinên bajarê Suweydayê daxwaza berdana girtiyên xwepêşandanan dikin

Her ku diçe li parêzgeha Suweydayê di navbera hikûmeta Şamê û alîgirên wê de tansiyon zêde dibe. Bi deha ji alîgirên hikûmetê ku derketibûn xwepêşandanan ji aliyê hikumetê ve hatin binçavkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro li parêzgeha Suweydayê ji ber binçavkirina xwepêşanderan, jinana sekneke nerazîbûnê li dar xist.

Sekn li pêşiya avaniyê parêzgehê li dar ket.

Jinan di sekna xwe de daxwaza berdana girtiyan kirin.

Sekna jinan piştî ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê biryar dan ku xwepêşanderên girtî ji Suweydayê derbasî zîndanên li Şamê bikin, hat.

15’ê Hezîranê ji ber buhabûna nirxên tiştan û bênirxbûna lîreya Sûrî beramberî dolar ku hikûmet sedemkar e, bi dehan ji alîgirên hikmûtê xwepêşandanek li dar xist.

Hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşandanê kir û bêtirî 10 kes bin çav kirin.

Back to top button