PYNK: Lihevkirina partiyên Kurd Yekîtiya navbera pêkhateyan xurtir dike

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd ragihand ku lihevkirina navbera partiyên Kurd de bandorê li şera-keta heyî ya di navbera pêkhateyên din re nake, lê belê yekîtiya navbera pêkhateyan xurtir dike.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bi riya daxuyaniyeke nivîskî li ser lihevkirina navbera partiyên Kurd yên li Sûriyê û ser bandora wê li yekîtiya navbera pêkhateyên din, nirxandin kir.

PYNK’ê destnîşankirin ku lihevkirina di navbera wan û ENKS’ê de ji bo avakirina lêvegerke kurdî siyasî bû.

Hat gotin erka vê lêvegerê helwesta kurdî yên li ser gelek mijaran de bike bû.

Bi taybet di nav de nêrîna Kurd a di projeya çareseriyeke demokratîk ji bo Sûriyê de.

PYNK’ê diyar kir ku lihevkirina partiyên Kurd, bandorê li şeraketa heyî ya navbera pêkhateyên din de nake.

Lê belê yekîtiya navbera pêkhateyan xurtir dike.

Back to top button