Li Til Rifatê ji ber bombebarana Tirkiyê 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûn

Tevî hişyarî û nerazîbûnan jî dewleta Tirk di mijara kuştina sivîlan de bi israr e.
Beriya çend saetan balafireke êrişê ya bê mirov navenda bajarê Til Rifatê bombardiman kir.
Di encamê de 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûn.

Piştî hevdîtinên li Tehran û Soçî, êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûn.

Bi taybet jî êrişa li dijî xelkê sivîl.

Ji pêvajoya piştî 19’ê Tîrmehê ve heta niha bêtirî 20 sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûne.

Di nava wan de gelek zarok jî hene.

Tevî van sûcên şer jî artêşa Tirk êrişên xwe li dijî sivîlan dewam dike.

Îro li herêma Şehbayê balafireke êrişê ya bê mirov navenda Til Rifatê bombebaran kir.

Di encamê de 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûn.

Back to top button