HPG: Dewleta Tirk li Avaşînê dest bi êrîşeke nû kiriye û şerekî giran diqewime

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 7’ê Hezîranê li herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kiriye û niha şerekî dijwar li wê herêmê diqewime..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser vê yekê ev agahî dan,

Dewleta Tirk 23-24’ê Gulanê li dijî herêmên Tabûra Ereban, Dola Konferansê û Dola Maran a Herêma Avaşîn dest bi pêngaveke dagirkeriyê kiribû.

Lê ji ber berxwedana bi bandor û çalakiyên bihêz ên gerîla, 1’ê Hezîranê neçar man ku ji van qadan vekişin.

Dagirkerên ku li ber berxwedana gerîlayên me ti encam negirtin, bi tevgera hêzên PDK’ê ku bi ketina çeperên gerîla yên li herêma Metînayê re, 7’ê Hezîranê li dijî herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kir.

HPG’ê da zanîn 7-8’ê Hezîranê, şerekî dijwar rû da, derbên giran li dagirkeran hatin dayîn.

HPG’ê diyar kir ku li qadê hê berxwedaneke xurt a hêzên gerîla û şerekî dijwar dewam dike.

Back to top button