9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 5’an de bi semînerên fikrî, civakî û imzekirina pirtûkan dewam kir.
Mîhrîcan ji 15’ê Kanûnê ve bi dirûşmaya “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” hatibû destpêkirin.
Mîhrîcan bi rêzeçalakiyên cuda ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK`ê) li bajarê Qamişlo tê birêxistinkirin û wê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.
Di mîhrîcanê de mamosteyê Zanîngeha Rojava Mihemed Mistefa li ser “Hişmendiya siyasî û teoriyên siyasî” semînerek da.
Semînera “bandorên erênî û neyinî yên medya dijîtal” jî ji aliyê nivîskar Dijwar Ehmed Axa ve hat dayîn.
Ehmed Axa diyar kir ku di roja îro de Medya dijîtal li dijî civakê bûye aletek û civakê ji hev dûr dixe.
Piştre pirtûka nivîskar Rêber Hebûn a ku têde nivîskar Helîm Yûsif rexne kiribû hat imzekirin.
Sibe jî wê semînerên li ser şûnwaran û mijarên analîzî, şevbuhêrka helbestên bi zimanê Kurd ve were dayîn.